Zinarîn Devrîm

Di hizra her mirovekî de pirsa jiyan divê çawa bê jiyîn tê pirsîn; ev pirsên ku bê navber di hizra mirovan de digerin, di wateya kûr de lêgerîna azadiyê ne.

Wê demê azadî û jiyan çawa têkilî hev du dibin? Di serî de divê em girêdaniya wan saz bikin û hinekî vegerin dîroka mirovahiyê. Helbet piştî derketina Rêber APO em di dîroka mirovahiyê de hatine ronîkirin û bûne xwedî agahiyên rast ên dîrokî. Ji ber vê sedemê, dîrok bi hemû hûrgiliyên xwe ve li ber destê me ye; tenê rastgirtina dest û li gorî cewherê ku hatiye jiyankirin destgirtina wê gerek e.

Di serdema ku mirovahiyê nû ji xwe re jiyan ava dikir, ango di lêgerîna “xwejiyankirinê” de bûn, jiyan bi awayekî xwezayî dihat rêveberin. Di wê serdemê de sîstema komîn a ku her ferdek ji bo hemû ferdan e, jiyan dihat xemilandin. Ew jiyan bi awayekî komî, bi rêzdarî, hurmet û hezkirinê ve dagirtî bû; yanî dûrî talan û siyaseta qirkirinê bû. Di wê serdemê de şerê zayendan nebû, şerê ol û mezheban nîne, her kesî bi awayekî kolektîf jiyan diafirand. Ger ku em xwedî raboriyeke wiha ne, wê demê çima îro em bi tunebûn û îmhayê re rû bi rû tên? Ango çima em nabin xwedî nasnameyeke xweser? Tiştên ku li pêşiya nasnameya me ya xweser dibin asteng kî û çi ne? Ev pirsên girîng in ku em ji xwe bipirsin û li gorî rastiya jiyanê, jiyaneke nû xêz bikin. Heya ku em bi xwe re nekevin nava lêgerînan û van pirsan ji xwe pirs nekin, wê demê em ê ji dîrok, nasname û cewherê xwe bêpar, heta biyanî bimînin. Rêber APO dibêje: “Çawa bijîn?” Em wekî netewe, eşîr, malbat û kes divê çawa bijîn, lazim e nexşerêya vê bibe neqşandin.

Erdnîgariya Kurdistanê ya ku deriyê xwe ji pirrengiyê re vekiriye, ji bo me dibe alîkar ku em jiyana xwezayî ji nû ve bidin jiyankirin. Me li jorê jî dabû diyar kirin ku mirovahiyê bi komînê dest bi jiyankirinê kir, lewma komîn jiyankirin ji bo me xalekê gelekî girîng e. Dema ku em dibêjin komîn, tenê bi komîneke peykerî em sînordar nebin; meqseda me ji komînê, yanî bi rêgez li hev civandin e. Komîn di heman demê de îfadeya jiyana azad dike; dema ku em bi pirrengiyê ve li dora hev du bicivin, wê demê talan, wêranî û xirabî wê li ser rûyê erdê nemînin. Em bala xwe bidin hêzên hegemon ku di roja îro de çi tînin serê gel û xwezayê. Bi her awayî êrîşî gel û nirxên gelan dikin; bi awayekî eşkere jiyan li dora me girtine, fetisandine û heta xetimandineke mezin pêş xistine. Êrîşên ku li ser xwezaya Kurdistanê tên kirin, ev bi serê xwe qetilkirina jiyanê ye. Ev yek bê destûra gel tê kirin. Mirov di vê kiryarê de fêm dike ku îradeyeke azad li holê nîne. Hêzên hegemon tenê ji bo berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê her derê talan dikin. Pir rehet dikarin mirovan qetil bikin û li ser bigirin, wekî ku normal e û tiştek nîne; doza Gulîstan Doku jî vê yekê şênber dike. Dema xwestin qetilkirin, dema berjewendiyên wan hat doza Gulîstan ji nû ve vekirin. Bi kurtasî, qetilkirina mirovan êdî asayî bûye. Helbet dema ku mirov û xweza tên qetilkirin, wê demê jiyan jî tê qetilkirin. Bi vê şêwaza xwe ya talanê, hêzên serdest her diçin bihêz dibin û zêdetir ziyanê didin dorhêla me. Ger ku îro keçeke ciwan tê qetilkirin, wê sibe neteweyek were qetilkirin; ger îro darek tê şewitandin, wê sibe daristanek û bajarek were talankirin. Ji ber wê yekê, dengê azadiyê divê tu carî kêm nebe.

 

Jiyan Bi Azadiyê Ve Dibe Jiyan

 

Rêber APO dibêje: “Ey jiyan an ezê te azad bijîm yan jî ez te qet wekî min jiyan kiriye negirim dest.” Adorno jî dibêje ku jiyana şaş rast nayê jiyankirin. Ev gotinên heyî ji me re diyar dikin ku jiyan tenê bi pîvanên azadiyê ve pêkan e. Ji bo ku em jiyan bikin divê ku nasnameyeke me ya azad û xweser hebe. Di civaka me ya îro de hebûna jinê di jiyanê de nîne, ger hebe jî teqez li gorî rastiya zilamê xasûk şikildayîna xwe ye. Di jiyanekê de ger ku zayendek tûne were hesibandin, em çawa dikarin ji vê re bêjin jiyan tê jiyîn? Helbet ev hemû dibin xapandin û ji rastiyê dûr dimînin. Em mînakeke berbiçav bidin: Di malbata me de xwişk û bira hene; bira serwerê her tiştî ye, lê xwişk her tim ji bo xizmetê amade ye. Tevî ku her du ji heman malzarokê derketine û ji derveyî fîzîkî tu cudahiya wan nîne, çima ewqas cudahî dikeve navbera wan de? Divê ku ev pirs bibe navenda lêgerînên me. Yê ku jiyan afirandiye jin e, yê îro tê qetilkirin dîsa jin e.

Ger ku serweriya me ji dîrokê re hebe, jiyana ku em îro dijîn pir nakok e. Ji mirovan re eşkere dibe ku hêzên kapîtal û sermaye di çi astê de mirovan dixapînin û ber bi desthilatdariya xwe ve mirovan dikşînin. Divê em zanibin ku şerê cudahiyan siyaseta kapîtal e. Ji bo ku em jiyan bikin jî divê ku em xwe ji bandora hêzên kapîtal rizgar bikin. Mînak; berê dema ku civakbûyîn çêdibû, her kesî bi hev du re li ser mijareke ku ji civakê re sûdmend be nîqaş pêş dixistin. Lê belê di roja îro de, dema ku em dibin mêvanên malekê, her kes li ser telefona xwe ye, tu kes bi kesî re naaxive. Ger ku pêwistiya pêşwazîkirinê bi vî rengî be, wê demê civakbûyîn çima çêdibe? Ma ne civakîbûyîn li ser esasê bi hev re civandin, ruhê komî avakirin û hemû ji bo hev du xebitandinê ye? Jiyan bi civakîbûnê ve watedar dibe. Me anîbû ziman ku mirovahiyê bi komî jiyan afirandiye; ji bo em nirxê mirovahiyê biparêzin divê ku em di hemû tevgerên xwe yên jiyanê de bi komî bin. Dema ku em bi komî bin, wê demê jiyana me bi nirx û qedir dibe. Tu kes ji bo berjewendiyên xwe kiryarên nebaş nake, ji ber ku pêdiviyeke wiha namîne. Her tişt ji bo her kesî ye û her kes ji bo hemûyan dibe; divê ku em van yekan bixin pîvanên jiyana xwe.

 

Ji Bo Ku Em Rast Jiyan Bikin, Em Têkoşîn Bikin!

 

Jiyan nasnameya azadiyê ye; ji bo ku em rast jiyan bikin divê ku em nasnameya xwe ya azadiyê bi dest bixin. Nasnameya azadiyê bi têkoşînê ve dikare watedar bibe. Heya ku mirov kesayetiya xwe nexe ber lêpirsînan û bi temamî ji pergala kapîtal a ku tu carî xizmeta civakê nekiriye qut nekin, wê jiyaneke rast neyê jiyankirin. Divê ku em di ferqê de bin ku jiyana mirovahiyê bi çi rengî hate xirabkirin ango ji cewherê wê çawa hat dûrxistin; ya balkêş jî ewe ku em ne di ferqa wê de ne. Pergala hegemon wisa li mirovan kiriye ku di zihnî de perçe perçe bûne û ji wî halê xwe jî gelekî razî ne. Wekî ku kesekî temam e, azad e û demokrat e xwe dibîne; lê di rastiyê de kesê ku di nava pergala kapîtal de jiyan dike, tu carî nabe kesekî azad. Azadî bi vegera cewherê xwe ve çêdibe; ji derveyî vê, hemû dibin siyaseta dijminê mirovahiyê.

Tevgera Apoyî ji bo têkoşîna azadiyê îlhameke mezin e û ji bo me hemûyan bingeheke bitendurust ava kir. Ger ku em îro qala azadiyê dikin, em bi saya Rêber APO û Tevgera Azadiyê ve fêr bûn. Bi ked û têkoşîna salan ku li ser çiyayên Kurdistanê tê meşandin, em bûn em. Ger ku naskirina me ji tevgerê re çênebiba, dibe ku em jî di xefka dijmin de biherikîna û bihatina helandin. Ji ber vê yekê divê ku em her kes berê xwe bidin rastiya dîrokî û li gorî wê nexşerêya xwe xêz bikin. Yê ku nexşerêya me xêz bike jî wê fikra Rêber APO be. Ev fikr wê bibe wesîleya têkoşîna me. Kî li kur dibe bila bibe, em her kes di navenda xwe de jiyanê wergerînin têkoşîna li dijî sîstema kapîtal, bi hev du re dawî li cudahiya ol, ziman û zayendan bînin. Ger ku em bi hev du re jiyanê wergerînin qada têkoşînê, helbet em ê bi ser bixin û bigihîjin jiyaneke rast a ku em heq dikin ku wê jiyanê bijîn.