Kongreya Siyemîn a PKKê û Ber bi Nasnameya Jina Azad ve

 Yek ji wan jinên ku di ber azadiya Kurdistanê de derketin rê û bi wêrekî şer kirin jî Çîçek Selcan e.

Çîçek Selcan (Rûken) a ku ji Dersimê tevlî safan dibe, di mehên dawî yên sala 1981an de derbasî Akademiya Mahsum Korkmaz dibe. Selcan piştî ku li Bekaayê perwerde dibîne, vedigere qada welat. Tevî ku ew di warê leşkerî de xwedî taybetmendiyên pir xurt e, nîşangireke baş e jî. Ew yek ji gerîlayên pêşîn e ku li Botanê tovên şoreşê û Têkoşîna Azadiya Jinê çandine. Di pêvajoyekê de ku dijmin li hemberî Pêngava 15ê Tebaxê êrîşên dijwar pêş dixistin, di tîrmeha 1985an de li nêzî gundê Ebûbekîran ê herêma Botan-Garîsayê, di şerekî çekdarî de şehîd dikeve.

Yek ji windahiyên girîng ên jinan ên salên 1980yî jî Bîrcan Yıldız e ku ji aliyê komên çete ve hatibû înfazkirin û wekî "Komando Ayşe" dihat naskirin. Bîrcan Yıldız; mîlîtaneke şervan, wêrek û îdeolojîk e. Yıldız a ku di sala 1978an de ji Dersimê tevlî bibû, di pêvajoyên berxwedana Hilvan-Siverekê de beşdarî xebatên perwerdeyê dibe û cihê xwe di çalakiyên yekemîn ên çekdarî de digire. Li ser xeta sînor a Roboskî-Zevyanê beşdarî çalakiya gerîla ya li ser girê dijmin dibe û di tinekirina hêzên dijmin ên li wir de rol dilîze. Bîrcan Yıldız a ku di koma êrîşê ya vê çalakiyê de cih digirt, çepereke dijmin a ku rûbirû mabû bi tenê dixe û dest dide ser çeka MG3 a di çeperê de. Ji ber taybetmendiyên wê yên çalakvan, şervan û egîd, nasnava "Komando" jê re tê dayîn û wekî "Komando Ayşe" tê bangkirin. Fermandar Agît (Mahsum Korkmaz) jî taybetmendiyên wê yên wêrek, xwedî îrade û serhişk pir caran ji hevalên derdora xwe re vedibêje.

Sûltan Yavuz; Hayri Durmuş, Kemal Pîr û Mehmet Karasungur ji nêz ve dibîne û partiyê bi wan dinase. Têkoşîna ku li dijî ferzkirinên kevneşopiyan a ku di temenê piçûk de rûbirû mabû, wê xurt dike û digihîne. Sûltan Yavuz a ku êşa jinê bi xwe jiya û koletiya di jiyana piralî ya civakî de bi tundî hîs kir, hêviya xwe ya azadiyê di nav safên partiyê de dibîne. Pêdiviya wê ya kûr a bi azadiyê, wê dikişîne çiyayan. Daxwaza fêrbûn û naskirina jiyanê, di navbera wê û Hanım Yaverkaya de têkiliyekê dostane û şoreşgerî ava dike; ev rewş wan bêtir bi hev ve girêdide. Wekî du kesên ku cîhana wan a hest û ramanê dewlemend e, helbest, bîranîn û nivîsan dinivîsin. Yekbûna zayendî ya ku bi derketina cewherê jinê re ava bûye, di wan de bi awayekî xwezayî pêş dikeve. Yavuz a ku piştî tevlîbûna gerîla fêrî xwendin û nivîsandinê dibe, gava ku di demên paşê de nivîsên wê di kovarê de tên weşandin, baweriya wê ya bi xwe hîn bêtir zêde dibe. Dibêje: “Ez ê bibim hem leşkereke baş û hem jî nivîskareke baş.” Astbilindahiya ku di hevaltî û rêhevaltiya xwe ya bi Hanım Yaverkaya re afirandine, wan bêtir bi gel ve girêdide. Sûltan Yavuz a ku fermandareke xurt e, di 26ê Gulana 1988an de li Şemzînan-Benevokê piştî şerekî çekdarî yê sê rojan, tevî 8 rêhevalên xwe şehîd dikeve. Gava digihîjin ser cenazeyê wê, destên wê yên ku çeka wê hişk hembêz kirine, tenê bi zorê tên veqetandin. Kesayetiya wê ya serhildêr, bêkof û rûxînera çeperên feodal, her tim wekî taybetmendiyên wê yên herî girîng bi rêzdarî têne vegotin.

Di Kongreya 3yemîn a PKKê de ya ku di cotmeha 1986an de çêbû, biryar tê girtin ku navê HRKê ku nûneriya yekîneyên gerîla dikir were guhertin û li şûna wê ARGK were avakirin. Sedema derbasbûna ji HRKê ber bi ARGKê ve, ji hewcedariya birêxistinkirina gerîla wekî artêş çavkanî digire. Tevî ARGKê, rêxistinbûna di şiklê yekîneyên propagandaya çekdarî û yekîneyên herêmî de ji holê radibe û her kes dibe hêza şer. Tûzûka ARGKê tê amadekirin û esasên artêşa gerîla li ser vê bingehê tên diyarkirin. ARGK heta pêvajoya guhertina paradigmîk û stratejîk a PKKê hebûna xwe diparêze. Li gorî esasên paradîgma nû, ligel pêvajoya ji nû ve avakirina gerîla, di sala 2000î de navê ARGKê wekî HPG tê guhertin. Hêza jinê, di vê pêvajoyê de bi ragihandina Artêşbûna Jinê ya sala 1993an re, cara yekemîn yekîneyên xwe yên xweser ava dike. Bi pêvajoya rêxistinbûna xweser a YAJKê ya sala 1995an re; pêvajoyeke nû dest pê dike ku tê de her cûre biryarên wekî biryargehbûn, sewq û îdare, û tayînkirina ji bo jinan, yekser ji aliyê jinan bixwe ve tên girtin. Heta avakirina baskê artêşa jinê YJA Starê, di nav hemû van qonaxan de gerîlayên jin di bin banê ARGKê de nûneriya îradeya xwe dikin.

Dawiya salên 1980yî dibe pêvajoyeke ku tevlîbûna jinan pir zêde dibe. Bi taybetî ji Bakurê Kurdistanê û Rojava tevlîbûneke pir mezin di nav rafên gerîla de çêdibe. Gava ku em tên dawiya salên 1980yî, ji Rojava 75 jin tevlî rafên têkoşînê dibin. Di van salan de, di nav yekîneyeke leşkerî ya ku ji 10-15 kesan pêk tê de du an sê jin cih digirin. Her çend şert û mercên gerîla û rastiya şer ji bo her mîlîtanî zehmetiyên diyar derxîne pêş jî, bi taybetî hêza jinê li gorî mêran du qat bêtir zehmetiyê dikişîne. Zehmetiyên ku tên jiyandin tenê bi têkoşîna li dijî dijmin an jî xwezayê re sînordar nînin; ji bo jinê şer hem di qada pratîkî de, hem di asta ramanî de û hem jî ji aliyê fîzîkî ve tê meşandin. Zehmetiyên ku hêza jinê di şer de dikişîne wêrekiya wan naşkînin; berovajî vê, berxwedana wan xurt dike û roj bi roj di tevlîbûna jinan de bazineke çendatî (nicel) rû dide. Di vî warî de sala 1988an dibe saleke wiha ku tevlîbûna jinan a ji bo qada gerîla ji her derê ve zêde dibe. Li gel ku tevlîbûna jinan a ji her herêmeke Bakurê Kurdistanê û Rojava zêde dibe, ji derdora zanîngehan û bi giştî ji Tirkiyeyê jî tevlîbûn pêş dikevin.

Kongreya 3yemîn a PKKê; ji bo rizgarî, çareserî, pêngaveke şoreşgerî û welatparêzî ya jinên Kurdistanê, di heman demê de dibe qada gihîştin û pisporbûnê. Kongreya 3yemîn, bi rêjeyeke girîng bi nûnertî û tevlîbûna jinan rengê xwe dibîne. Di kongreyê de biryara destpêkirina xebatên wekî pirsgirêka jinê, rizgarkirina jinan ji koletiyê û diyarkirina cihê jinê di têkoşîna rizgariya neteweyî de tê girtin. Biryarên ku derbarê jinê de hatine girtin bandoreke mezin li ser gerîlayan çêdike û di geşbûn û mezinbûna têkoşîna jinê de dibe rêveker. Di vê çarçoveyê de piştî Kongreya 3yemîn, di bin banê ERNKê de rêxistinbûna xweser a jinê tê avakirin. Ev rêxistinbûn, di sala 1987an de di bin navê YJWKê (Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistan) de digihîje bernameyekê.

Yek ji geşedanên girîng ên ku dê di salên paşê de şopa xwe li ser têkoşîna azadiya Kurdistanê bihêle jî şiroveya "Jin û Malbatê" ye ku Rêber Apo di sala 1987an de kiriye. Ev şirovekirin, pirsgirêka jinê bi girêdanên wê yên dîrokî û rojane re bi kûrî hildide dest û bingehên kûr ên têkoşîna azadiya jinê û hêza şer ronahiyê dike. Pirsgirêka koletî û azadiya jinê tenê bi teoriyan ve nayê xuyakirin; çareseriya teorîk a pirsgirêkê û têkoşîna pratîkî bi hev re û di nav hev de têne meşandin. Bi vê ve girêdayî, bi YJWKê re ku yekemîn rêxistina jinê ya têkoşîna azadiya Kurdistanê ye û di bin pêşengiya PKKê de tê meşandin, gava yekemîn a berbiçav tê avêtin.

Li gorî biryara ku di kongreya sêyemîn de hatibû girtin, xebatên rêxistinbûna xweser a jinê piştî pêvajoya amadekariyê, di navbera 31ê Cotmehê û 1ê Mijdara 1987an de li bajarê Hannoverê yê Almanyayê, bi beşdariya 80 delegeyan bi Kongreya 1emîn damezirandina xwe radigihîne. Kongre, bi giranî bi beşdariya jinên ji nav gel pêk tê. Ji ber şert û mercên nebaş ên rêxistinbûnê û kêmasiya zemîn a li Kurdistanê, xebateke bi vî rengî li Ewropayê tê destpêkirin. Yekemîn rêxistinbûna xweser a jinê ya têkoşîna azadiya Kurdistanê, bi navê Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistan (YJWK) tê avakirin. Hozan Mîzgîn (Gurbet Aydın) a ku perwerdeya xwe li qada Rêbertiyê qedandibû û ji bo Ewropayê hatibû şandin, di destpêkê de xebatên jinan dimeşîne. Beriya avakirina YJWKê, li hemû qadên ku Kurd lê birêxistinbûyî bûn ji bo çalakiyên 8ê Adarê civîn tên organîzekirin û di sala 1987an de 8ê Adarê, ji aliyê jinên Kurd ve di asteke girseyî de tê pîrozkirin. Hozan Mîzgîn; di xebatên jinan ên Ewropayê de û di avakirina YJWKê de ku ji bo têkoşîna siyasî-îdeolojîk a jinên Kurd derketineke pir girîng bû, roleke berçav dilîze. Bi avakirina YJWKê re li eyalet û bajaran xebatên rêxistinbûna jinan têne meşandin; bi avakirina komîteyên jinan û komên perwerdeyê, jin tên perwerdekirin. Her wiha kovara jinan a bi navê Jina Serbilind tê derxistin. Wekî encameke xebatên rêxistinbûnê û komîteyên jinan ên YJWKê, di 8ê Adara 1988an de li Almanyayê jinên Kurd, bi meşeke girseyî ku nêzî du hezar jin beşdar bûn, çalakiya 8ê Adarê pîroz dikin.

Yek ji navên ku di nav rêveberiya YJWKê de cih girtibû jî Zeliha Toros e (Sakîne). Zeliha Toros a ji Pazarcikê ku di zanîngehê de beşa astronomiyê xwendibû, di salên paşê de ku  dema têkoşîn berfireh û mezin bû, di 27ê Mijdara 1992an de li Eyaleta Başûrê Rojava, li gundê Tilkiler ê Pazarcikê di şerekî li dijî dijmin de şehîd keve.

Di dawiya salên 1980yî de şehadeta Binevş Egal ya ku bi kesayetiya xwe ya şoreşger a jin, bi hêza xwe ya rêxistinbûna gel û şervantiya xwe têkoşîna azadiyê heta asta herî bilind bilind kir rû dide. Binevş Egal (Berîvan) a ku ji navçeya Qubîn (Beşîrî) a Batmanê ye, bi çanda baweriya Êzditiyê mezin bibe. Hem Kurd û hem jî Êzîdîbûna wan, di raboriyê de dibû sedem ku ew hîn bêtir werin daxistin û çewisandin. Egal a ku piştî dibistana seretayî diçe Almanyayê, di sala 1982an de PKKê dinase. Li Almanyayê demekê beşdarî xebatên çandê û çalakiyên rêxistinbûna girseyî dibe. Di nîsana sala 1984an de di meşa 18 rojî de ya ku di navbera Hannover û Bonnê de hate çêkirin û wekî "Meşa Dirêj" hat binavkirin cihê xwe digire û tevlîbûneke bi coş nîşan dide. Ji sala 1984an û pê de bi awayekî çalak tevlî têkoşînê dibe; heta çûna xwe ya Sûriyeyê ya sala 1985an, bi xebatên ku li Almanyayê meşandibû civaka Êzîdî birêxistin dike û pêşketina diyalogên civaka Êzîdî ya bi partiyê re peyda dike. Li Rojava di xebatên yekemîn ên tevgera jinê ya PKKê de cih digire. Di sala 1988an de ji bo xebatên rêxistinbûna gel a li Bakurê Kurdistanê derbasî Cizîrê bibe; li wir nasnavên Zozan û Berîvan bi kar tîne. Ji ber bandora ku di nav gel de çêkiribû û asta rêxistinbûnê, dibe hedefa dewletê. Berîvan a ku wezîfeya xwe ya hişyarkirin û rêxistinbûna gel bi awayekî bi bandor meşand û di rabûna gel a ji bo serhildanê de roleke berçav lîst, dîsa di demekê de ku xebatên rêxistinbûna girseyî dimeşand, di mala ku lê bû de tê dorpêçkirin. Berîvan a ku bi berxwedana xwe bersiv da bangên radestbûnê yên dijmin, di şerê ku derket de di 16ê Rêbendana 1989an de li Cizîrê şehîd dikeve.

 

Dê berdavam bike…